Serok Barzanî: Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyanê
Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî peyamek bi boneya hatina cejna Qiyamê belav kir û tê de ragihand, “Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê”
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
Bi boneya hatina cejna Qiyamê yê Hezretî Mesîh (silavên Xwedê lê bin), germtirîn pîrozbahiyên xwe arasteyî xwişk û birayên Kirîstiyanî li Kurdistan, Iraq û hemû cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev bone bibe sedema kûrkirina ferhenga pêkvejiyan, biratî, tebayî û aramiyê û rîşekêşbûna hizra teror û tundrewiyê, herwiha xwişk û birayên Kirîstiyanî û tevahiya pêkhateyên olî û netewî yên din li Iraq û herêm bi aştî û azadî bi hev re bijîn.