“Kurdistan hêviyek e bo çareserkirina krîza enerjiya cîhanê”

Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, pirsa peydekirina enerjî di rojeva cîhanê de wek babeteke sereke tê nîqaşkirin
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bo Tirkiyê ji hêla çavdêrên siyasî û pisporan ve ji bo pêşketina pêwendiyên zêdetir wek hêviyeke mezin tê destnîşankirin. Pispor bi taybet piştî şerê Rûsya û Ukrayna balê dikêşînin ser girîngiya enerjiya herêma Kurdistanê û amaje dikin Kurdistan çareyek e bo safîkirina krîza enerjiya cîhanê.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Stenbolê li hev civiyan. Di civînê de ku ji zêdeyî saetek berdewam kir rewşa Iraq û pêwendiyên du alî yên Enqere û Hewlêr hatin gotûbêkirin.

Her du aliyan li ser esasa berjewendiyên hevbeş ji bo pêşxistina peywendiyên dualî di hemû waran de bi taybetî di warê aborî û bazirganî de helwesteke pozîtîf nîşan dan û tekezî li ser berfirehkirina derfetên hevkariyê ji bo ewlehî û aramiya navçeyê kirin.

Li gor pisporê Pêwendiyên Navdewletî Bercan Tutar di hevdîtinê de mijara veguhestina gaz û nefta Kurdistanê ji Tirkiyê bo Ewropa û hin welatan wek babeteke sereke hatiye axaftin û her du alî jî li ser vê hemfikir in ku di vî warî de bi hev ra kar bikin, rola xwe li herêmê zêdetir bikin.

Pisporê Pêwendiyên Navdewletî Bercan Tutar ji K24ê re got: “Hin peymanên stratejîk di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de çêdibin, wê çêbibin jî. Niha li dinyayê krîzeke mezin a enerjiyê heye. Gemaroyeke mezin li ser Rûsyayê heye. Amerîka naxwaze welatên Ewropa, ji Rûsyayê gaz û neft bikirin. Li vêderê jî girîngiya enerjiya Kurdistan derdikeve pêş. Tirkiye jî ji vê yekê hayîdar e. Beriya çend salan Tirkiye û Kurdistan bo 25 salan li ser mijarên aborî peyman îmze kiribûn. Her du alî jî dixwazin pêwendiyên xwe yên li ser hemû waran pêş bixin.”

Serokwezîr Barzanî ragihand wan li gel Serokomar Erdogan der barê rûdanên li herêmê hevdîtineke berhemdar pêk anîne, li ser zêdekirina bazirganiya dualî û veberhênanê axivîn.

Endamê Lijneya Rêvebirin û Biryar Dayînê ya Navendî yê AK Partî Abdurrahman Kurt da zanîn ew girîngî bi pêwendiyên li gel Kurdistanê didin û serdana Serokwezîr Barzanî wek hêviyeke mezin dibînin.

Abdurrahman Kurt dibêje: “Pêşxistina pêwendiyan di berjewendiya her du aliyan de ye. Em dixwazin di çarçoveya hiqûqa bratiyê de pêwendiyên xwe bi pêş bixin. Loma hatina birêz Mesrûr Barzanî hêviyek e. Em wek AK Partî girîngiyê didin têkiliya li gel Herêma Kurdistanê. Ji ber vê yekê aştî, aramî û seqamgiriya herêma Kurdistanê bo me gelek girîng e.”

Piştî şerê Rûsya û Ukraynayê, pirsa peydekirina enerjî di rojeva cîhanê de wek babeteke sereke tê nîqaşkirin û gelek welat ji bo pêdiviya enerjiya xwe hewl didin çare û alternatîfên nû peyde bikin. Li gel Tirkiye û gelek welatên cuda ku zêdetir enerjiya xwe ji Rûsyayê dabîn dike bo pêşxistina pêwendiyên dualî zêdetir girîngî bi Herêma Kurdistanê didin û ev serdana dawî ya Mesrûr Barzanî di vê çarçoveyê de tê şîrovekirin.