Amerîka piştevaniya proseya çaksaziyê ya Wezareta Pêşmerge dike

Berpirsê Ofîsa Alîkariyê ya Asayîşa Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê di hevdîtina ligel Wezîrê Pêşmerge de, piştevaniya xwe ji bo serketina proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge anî ziman.

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, Berpirsê Ofîsa Alîkariyê ya Asayîşa Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê di hevdîtina ligel Wezîrê Pêşmerge de, piştevaniya xwe ji bo serketina proseya çaksazî ya Wezareta Pêşmerge anî ziman.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Berpirsê Ofîsa Alîkariyê ya Asayîşa Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Kolonel Douglas û şanda pê re serdana Wezareta Pêşmerge kirin û ligel Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl civiyan.

Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe de ragihand, di civînê de bi hûrgilî têbîniyên li ser rûbirûbûn û nehiştina paşmahiyên teror û terorîstan gotûbêj kirine.

Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ragihand: “Hevkarî û hevahengiya Amerîka û Hevpeymanan û tîma şêwirmendan ji bo me cihê girîngiyê ye û niha em xwazyar in bi hevkariya Pêşmerge û artêşa Iraq û Hevpeymanan seqamgîrî û aramiya navçeyê her dem parastî be.”

Li gor daxuyaniya wezaretê, Kolonel Douglas ligel Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezîn civiyaye û behsa girîngiya xulên ku ji bo Pêşmerge hatine amade kirin, kirine.

Wekîlê Wezareta Pêşmerge Serbest Lezgîn tekezî li ser serxistin û serkeftina projeya çaksaiyê kirine.

Wezareta Pêşmer tekez kir, Berpirsê Ofîsa Alîkariyê ya Asayîşa Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê, di herdu hevdîtinan de piştevanî û berdewambûna hevkarî û alîkariya Amerîkayê bo Wezareta Pêşmerge car din aniye ziman.