Sadir: Eger bombebarana Tirkiyê li ser xaka me dubare bibe, em bêdeng namînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêberê Tevgera Sedirê Muqteda Sedir tekez kir, welatê wî “dewleteke xwedî serwerî ye” û hişyarî da ku Iraq li hember dubarebûna bombebarana Tirkiyê li ser xaka wê, bêdeng namîne.

Muqteda Sedir li ser hejmarê xwe yê Twitterê nivîsî: “Tirkiyeya cîran bi neheqî û bê hincet axa Iraqê bombebaran kir. Eger metirsî ji axa Iraqê hatibe serê wê, divê bi hikûmeta Iraqê re hevahengiyê bike, da ku metirsiyan bi dawî bike. Hêzên ewlehiyê yên Iraqê dikarin vê yekê bikin.”

Got jî: “Eger ev yek dubare bibe, em bêdeng namînin. Îraq dewleteke bi xwedî serweriya temam e û ew destdirêjî û têkdana ewlehiyê li ser axa xwe qebûl nake û herwiha destdirêjîya li ser welatên cîranên û dost jî qebûl nake.”

Îro Duşemê, Berdevkê Wezarata Derve ya Iraqê jî operasyona leşkerî ya artêşa Tirkiyê li dijî PKKê li Metîna, Zab, Avaşîn û Basiyan , red û şermezar kir.