Pêleke tozbarînê ser Herêma Kurdistanê digre

Tê pêşbînîkirin ku pêleke din a tozbarînê ser Herêma Kurdistanê bigre, ku asta dîtinê dê dakeve heta kîlometreyekê.

Hewlêr (K24) – Tê pêşbînîkirin ku pêleke din a tozbarînê ser Herêma Kurdistanê bigre, ku asta dîtinê dê dakeve heta kîlometreyekê.

Berdevkê Wezareta Veguhestinê Dîlan Reşad li ser vê mijarê ragihand, bandora wê pêla tozbarînê dê ji sibê çarşemê 20ê Nîsana 2022yan li ser Herêma Kurdistanê derkeve holê, tê pêşbînîkirin ku bi dirêjahiya 24 demjimêran berdewam bibe.

Berdevkê Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Hewlêrê Dr. Bijar Mûsa jî li ser vê mijarê eşkere kir, rêya herî girîng a xweparastina ji tozbarînê, bikaranîna maskeyan, pak hiştina cihên ku nefes digrin laşê xwe û herwiha paqijkirina mêwe û kelûpelên ku ji derve tînin malê.

Dr. Bijar Mûsa destnîşan dike: “Eger pêwîst nebe dernekevin derve, bi taybetî kesên ku nexweşiya wan a bêhntengiyê heye, divê xwe bêhtir biparêzin.”