Li bajarê Bursayê teqîn: Kesek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê di otobuseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê rû da û kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat got; li gorî nirandina wan ev êrişeke terorîstî ye.

Li bajarê Bursayê li taxa Yenî Karamanê di demjimêr 07.40an de di otobûseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê rû da.

Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn. Rewşa birîndarekî giran e. 

Piştî teqînê gelek ambulans û tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûherê hatin rêkirin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat derbarê bûyerê de got; li gorî nirxandina wan ev êrişeke terorîstî ye.

Parêzgarê Bursayê wiha axivî: “Teqemenî li ser riya otobûsê li binê darekê hatibû danîn, li gorî nirxandina me cûreyê teqemeniyê ya ku bi destan hatiye çêkirin e û di dema derbasbûyîna otobusê de ji dûr ve hatiye teqandin. Pasewanekî girtîgehê canê xwe ji dest da. Di otobusê de nêzîkî 30 kesan hebûn. Wezîrê Karên Navxweyî û Wezîrê Dadê dê bêne Bursayê. Li gorî nirxandina me ev êrişeke terorîstî ye.”