Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwazî li John Major kir
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li bajarê Londonê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major kir.
Êvara çarşemê 20ê Nîsana 2022yan, Serokwezîr Mesrûr Barzanî li Londona paytexta Brîtanyayê pêşwazî li Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê John Major kir.
Di hevdîtinê de li ser rewşa giştî ya Iraq û navçeyê û girîngiya pêşvebirina pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Brîtanyayê gotûbêj hat kirin.