Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek belav kir
Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û ragihand, Pêşmerge her dem di sengerên xwe yên berevaniyê de çav vekirî ye û nahêle ti devereke din a avedanî bikeve bin hejmûna yekalîkirina kêşeyên navbera aliyên nakok.
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha ye:
Li ser beşdarî û liv û tevgera hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê, piştî destpêkirina operasyonên artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Herêmê, komek medyaya neberpirs, bi tohmetbarkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê ve mijûl in û bi wê yekê tohmetbar dikin ku hevkar û beşdarî wan operasyonan bûne.
Em li Wezareta Pêşmerge hemû wan tohmetan red dikin û radigihînin ku bi ti awayî hêzên Pêşmerge beşdarî operasyonan nebûne û neketine tevgerê.
Weke her dem, Pêşmerge di sengerên xwe de çav vekirî ye û nahêle ti devereke din a avedanî bikeve bin hejmûna yekalîkirina kêşeyên navbera aliyên nakok, çimkî bi salan e xelkê Kurdistanê baca milmilaniyên navçeyî didin û gelek zirar gihîştine wan.
Em tekez dikin ku divê rêz li serweriya axa Herêma Kurdistanê û Iraqê were girtin.
Wezareta Pêşmerge
20ê Nîsana 2022yan