Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê gihîşte Şingalê

Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê îro pêncşemê 21ê Nîsana 2022yan bi serperiştiya Serokerkanê Artêşa Iraqê gihîşte navçeya Şingalê.

Hewlêr (K24) – Şandeke bilind a ewlehiya Iraqê îro pêncşemê 21ê Nîsana 2022yan bi serperiştiya Serokerkanê Artêşa Iraqê gihîşte navçeya Şingalê.

Jêderekî ewlehiyê ji medyaya Iraqê re ragihandiye, bi mebesta dîtina wê rewşa ewlehiyê ku çend roj in li Şingalê derketiye holê, şandeke ku ji Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî Qasim El Erecî, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Reşîd Yarallah, Rêveberê Îstixbarata Leşkerî Ebdulemîr El Şemrî û Fermandarê Hêzên Bejahî Qasim Mihemed pêk dihat, gihîşt navçeya Şingalê.

Gihîştina vê şandê di demekê de ye ku 4 roj in aloziyên navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê berdewam in û çekdarên PKKê li nahiya Sinûnê û komelgehên ser bi nahiyeyê rewşeke taybet derxistiye holê.

Jêderekî ji Şingalê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re ragihand, aloziyên navbera PKK û hêzên artêşa Iraqê li sînorê navçeya Şingalê berdewam in û tevî rêkeftina ku beriya du rojan di navbera herdu aliyan de hat encamdan, PKK pabendî rêkeftinê nebûye.

Heman jêder destnîşan dike ku PKK bi awayekî berdewam hewl dide desthilata xwe bi ser hemû hêzên din û xelkê deverê bisepîne, li hember wan jî hêzên ewlehiyê yên Iraqê jî vê peyrewa PKKê red dike, ji ber vê yekê jî rewş hatiye wê astê ku dibe ku di navbera wan de pevçûn derkeve.

Her di vê çarçoveyê de, jêderê ku ji K24ê re axivî eşkere dike ku çekdarên PKKê li komelgeha Sîba Şêx Xidir hewl dane ciwanan birevînin û wan desteser bikin, lê belê şêniyên komelgehê rûbirûyî wan bûne û hişyarî dane PKKê û 24 saet dem dane wan ku baregehên xwe ji cihên niştecîbûnê bibin derve.

Li gor zanyariyên K24ê, piştî alozî û rûbirûbûnên du roj berê yên di navbera PKK û hêzên ewlehiyê yên Iraqê, ku 5 kes birîndar bûn, rêkeftineke sê xalî di navbera herdu aliyan de hatiye îmzekirin, li gor rêkeftinê, divê PKK baregehên xwe ji cihên niştecîbûnê bibin derve û baregehên xwe yên ser rêyên sereke radestî hêzên Iraqê bikin û hewl nede hêzên xwe bi ser hêzên ewlehiyê yên Iraqê de bisepîne, lê belê heta niha PKK pabendî wê rêkeftinê nebûye û rewş her ku diçe aloztir dibe.