Alî Babacan: Heta wekhevî pêk neyê, pirsgirêk çareser nabin

Serokê Partiya DEVA Alî Babacan li Diyarbekirê tevlî bernameya partiya xwe bû û piraniya peyamên wî derbarê çareseriya pirsa Kurd de bûn.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Serokê Partiya DEVA Alî Babacan li Diyarbekirê tevlî bernameya partiya xwe bû û piraniya peyamên wî derbarê çareseriya pirsa Kurd de bûn û herwiha rayedarên Partiya DEVA jî bal kişandin ku Herêma Kurdistanê bo aramiya navçeyê xwedî roleke girîng e.

Ji bo beşdariya bernameya fitarê ya partiya xwe Serokê Giştî yê Partiya DEVA Alî Babacan serdana Diyarbekirê kir û li Qada Şêx Seîd li gel welatiyan û rayedarên Partiya DEVA fitara xwe vekir.

Di bernameya fitarê de Alî Babacan axaftinek jî kir û amaje kir ku divê di makezagona Tirkiyeyê de hemû welatî wekhev bin, mafê ziman mafeke bingehîn e û qet nabe bibe mijara bazarê jî û got ku heke wekheviya welatiyan hebûya siya qeyûman nediket ser demokrasiyê û ziman jî nedihatin înkarkirin û heke azadiya raderbirrînê hebûya Serokek Baroyê ji ber nêrîna xwe nedihat kuştin.

Babacan bal kişand ku di gelek dozên siyasî de jî desthilat bandorê li darazê dike ku ev yek pêşiya daraza serbixwe de dibe asteng jî û anî zimên ku divê derfet bo girtiyên nexweş jî bê dayîn da ku werin dermankirin û derbarê pêvajoya çareseriyê de jî peyam da.

Alî Babacan ji K24ê re diyar kir: “Di rabirdûyê de bi xêr û gunehên xwe tevde çend pêvajo hatin meşandin. Me rojên wisa dîtin ku çek rawestiyan û mirov bi hêviyeke mezin li benda aştiyê man. Em li dijî wê yekê ne ku hemû hewlên baş ên hatine dayîn werin reşkirin. Divê em ji wan ezmûnan sudê werbigrin û bi awayekî berfirehtir nêzîkî mijarê bibin.”

Di serdana Alî Babacan de rayedarên Partiya DEVA bal kişandin ser giringiya Herêma Kurdistanê jî. Cîgirê Serokê Giştî Yê Partiya DEVA Mehmet Emîn Ekmen amaje kir ku Herêma Kurdistanê bo aramiya Rojhilata Navîn xwedî ciheke girîng e.

Mehmet Emîn Ekmen destnîşan kir: “Girîng e ku Tirkiye li gel Herêma Kurdistanê têkiliyên xwe baş bike û pêş bixe. Bila neyê jibîrkirin ku dema cara yekem Herêma Kurdistanê bi protokol û bi awayeke fermî ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê ve hat pêşwazîkirin Alî Babacan Wezîrê Karên Derve bû. Pêşxistina têkiliyên Herêma Kurdistanê ne tenê bo herdû aliyan, di heman demê de bo aramiya Rojhilatanavîn jî girîng e.”

Derbarê operasyona Tirkiyeyê ya hember PKKê li Başûrê Kurdistanê rû dide de jî Babacan amaje kir ku hember hêzên ku tundiyê wek rêbaz bi kar tînin divê rêbazên ewlekariyê werin bi kar anîn, lê heta hetayê jî ev şer û pevçûn dê nedomin û divê ji rabirdûyê ders were standin û Babacan anî zimên ku niha polîtîkayeke Tirkiyeyê ya derve tine ye û her tişt bi kesekî ve hatiye girêdan.