Kanadayê alîkariya leşkerî ji Ukraynayê re şand

Wezîra Berevanî ya Kanadayê Anita Anand ragihand, topên hawen ên cûreya M-777 ji Ukraynayê re şandine.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Berevanî ya Kanadayê Anita Anand ragihand, topên hawen ên cûreya M-777 ji Ukraynayê re şandine.

Anita Anand di daxuyaniyeke çapemeniyê de diyar kir, şandina çekan bo Ukraynayê bi hevkariya hevpeymanên Amerîkî hatiye encamdan.

Serokwezîrê Kanadayê Justin Trudeau destpêka hefteya borî behsa plana şandina çekan kiribû, lê belê ti hûrgiliyekê li ser cûre û hejmara çekan eşkere nekiribû.

Li gor nûçeyeke kanala CBS ya Amerîkayê, Kanada çar topên sivik bo Ukraynayê şandine û derbarê naverok û çawaniya şandina karwanê, zanyariyên zêdetir nehatiye dayîn.

Kanadayê beriya demekê ji stoka çekên dijetank şandibûn Ukraynayê û Wezareta Berevaniyê jî eşkere kiribû ku li ser daxwaza Ukraynayê "hejmareke zêde ji mûşekên dijezirxpoş" dabîn kirine.