Serok Barzanî: Bi dubare hilbijartina Emmanuel Macron kêfxweş im
Hewlêr (K24) – Serok Mesûd Barzanî bi boneya dubare hilbijartina Emmanuel Macron bo Serokatiya Fransayê peyamek belav kir û kêfxweşiya xwe nîşan da û hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Fransayê dixwaze.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand: “Ez bi dubare hilbijartina birêz Emmanuel Macron bo Serokatiya Fransayê kêfxweş im. Hêviya xêr û xweşiyê ji bo gelê Fransayê dixwazim.”
Herwiha destnîşan kir: “Hêviya me ew e ku pêwendî û dostaneiya navbera gelê Kurdistanê û gelê Fransayê her bi hêz bimîne.”
Congratulations to @EmmanuelMacron for getting re-elected as the President of France. I wish the people of France all the best. My sincere hope is that the staunch friendship between the peoples of Kurdistan and France will remain strong.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) April 24, 2022