Li Tirkiyê biryara bikaranîna maskeyan a bi zorê hat rakirin

Recep Tayyip Erdogan: “Ji niha û şûnde eger rewşeke zêde neasayî nebe civîna Desteya Zanistê jî nayê kirin."
Tirkiye
Tirkiye

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê rêkara neçarî ya girêdana maskeyan li cihên girtî bi temamî hat rakirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan piştî civîna li gel Desteya Zanistê ya Tirkiyê û Wezîrê Tendirustiyê ev yek ragihand, ku êdî li ti derekê girêdana maskê neçarî nîne.

Recep Tayyip Erdogan: “Ji niha û şûnde eger rewşeke zêde neasayî nebe civîna Desteya Zanistê jî nayê kirin, lê girêdana maskê di çûn û hatina bikom de û li bingehên tendirustiyê dê berdewam be heta wê demê ku hejmara pêketiyên Koronayê dadikeve jêr 1000 kesî.”

Ev biryar di demekê de ye li gor amarên Wezareta Tendirûstî ya Tirkiyê, di 24 demjimêrên dawî de 2 hezar û 511 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin û 14 kesan jî bi wê virûsê canê xwe ji dest dane.