Li Tirkiyê 2 hezar û 256 kesên din bi Koronayê ketin
Navenda Nûçeyan (K24) – Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de ji ber vîrûsa koronayê 15 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê amarên 28ê Nîsanê yên vîrûsa koronayê (Covid-19) belav kir.
Li gor daxuyaniyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di 24 demjimêrên borî de 2 hezar û 256 kesên din bi vîrûsa Koronayê ketine û 15 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Herwiha di 24 demjimêran de 11 hezar û 193 kes baş bûne.