Li Stenbolê teqîn: 3 mirî û 9 birîndar

Li Stenbolê di kargeheke ku madeyên kîmyayî tên çêkirin de teqîn çêbû û di encamê de 3 karkeran canê xwe ji dest dan û 9 jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Stenbolê di kargeheke ku madeyên kîmyayî tên çêkirin de teqîn çêbû û di encamê de 3 karkeran canê xwe ji dest dan û 9 jî birîndar bûn.

Li navçeya Tuzla ya Stenbolê, îro 29ê Nîsana 2022yan li sîteya pîşesaziyê ya boyaxê ku hemû kargeh li wê derê ne, di kargeheke boyaxê de ji ber sedemeke nayê zanîn teqîn çêbû û di encama teqînê de agir derket.

Parêzgariya Stenbolê ragihand ku agirê li herêmê hatiye kontrol kirin û 9 karkerên ku birîndar bûne li nexweşxaneyan tên dermankirin.

Parêzgariya Stenbolê dibêje: “Di encama midexaleya tîmên agirvemirandinê de, agir hatiye kontrolkirin û karê cemidandinê berdewam e. Li gor lêkolînê li cihê teqînê 3 avahiyan jî zerar dîtine.”

Serokê Şaredariya Tuzlayê Şadi Yazici jî piştî teqînê hatiye cihê bûyerê û piştrast kiriye ku di encama teqînê de 3 karkeran canê xwe ji dest dane û 9 jî birîndar in.