Amerîkayê samanê Beşar Esed eşkere kir

Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, samanê malbata Serokê Sûriyê Beşar Esed di navbera 1 heta 2 milyar Dolar de ye.

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand, samanê malbata Serokê Sûriyê Beşar Esed di navbera 1 heta 2 milyar Dolar de ye.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di rapora xwe de eşkere kir, ku Serokê Sûriyê û hevjîna xwe Esma destwerdaneke zêde mezin di samanê Sûriyê de dikin û serweta Malbata Esed di navbera 1-2 milyar dolaran de ye

Herwiha rapora Amerîkî eşkere kir, ku birayê Serokê Sûriyê Mahir Esed fermandarê Firqeya 4 a ser bi artêşa Sûrî destê wî di bazirganiya maddeyên hişbir û bi taybetî Captagonê de heye.

Di vê derbarê de, aborînasê Sûrî Kerem El Şear tekez kir, ku rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê samanê malbata Esed de bê sûd e, û ti zanyariyên nû tê de nînin û hemû kes vê yekê dizane.