Serbazên Ukraynî li Almanyayê perwerdeya bikaranîna radar û topavêjê werdigrin
Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby ragihand, artêşa welatê wî li Almanyayê perwerdeya çawaniya bikaranîna radar û topavêj û çend perwerdeyên din didin serbazên Ukraynayê.
John Kirby di civîna çapemeniyê ya rojane de ragihand: “Îro perwerdekirina serbazên Ukraynayê ji aliyê Amerîkayê ve, li Almanyayê dest pê kir.”
Kirby diyar kir ku ev perwerde di demekê de ne ku şer li herêma Donbas a Ukraynayê zêde bûye û demeke kin e ku Amerîkayê sîstema radar û topavêj bo Ukraynayê dabîn kirine. John Kirby eşkere kir: “Ev sîstem dê bibin sedema bihêzbûna xweragiriya li rojhilatê Ukraynayê li dijî Rûsyayê.”
Berdevkê Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) da zanîn, perwerde û rahênan bi hevahengiya Almanya û Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, li Efrîqa û Ewropayê birêve diçin. Grûpeke serbazî ya Amerîkî ku ji 160 serbazan pêk tê û beriya destpêkirina şer ji Ukraynayê vekişiyabûn, serperiştiya perwerdeyê dikin.