Stenbol.. Di roja Cîhanî ya Kerkaran de 50 kes hatin binçavkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Stenbolê çalakiyên roja 1ê Gulanê, Roja Cîhanî ya Karkeran li meydaya Taqsîmê ji aliyê polîsan ve hat qedexekirin û heta niha nêzîkî 50 kesan hatin binçavkirin.

Peyamnêrê K24ê li Stenbolê da zanîn, ji ber qedexekirina çalakiya 1ê Gulanê Roja Cîhanî ya Karkeran, Meydana Taqsîmê ya Stenbolê ji aliyê polîsan ve bi berbestan hatiye dorpêçkirin. Tenê sendîkayên karkeran dikevin meydanê daxuyanî didin.

Peyamnêrê me amaje bi wê da, çûnûhatin hatiye qedexekirin û heta niha nêzîkî 50 kesan ji aliyê polîsan ve hatine binçavkirin.

Roja Cîhanî ya Karkeran ku her sal bi awayeke girseyî li Stenbolê dihat pîrozkirin, îsal berbest li derdora meydaya Taqsîmê hatine danîn û çûnûhatin hatiye qedexekirin.

Meydaya Taqsîmê
Meydaya Taqsîmê
Meydaya Taqsîmê