Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê gihîşt Kîevê

Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky re civiya

Navenda Nûçeyan (K24) – Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi bi serdaneke neragihandî gihîşt Kîevê û bi Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky re civiya.

Serokê Ukraynayê îro Yekşemê got ku wî li Kîevê bi Seroka Encûmena Nûneran a Amerîkayê Nancy Pelosi re hevdîtinek pêk aniye û vîdyoyek serdana wê belav kir.

Zelensky li Twîtterê nivîsî: “Spas ji Amerîka re ku beşdarî parastina serwerî û yekîtiya axa welatê me bûye.”

Li gorî ajansa AFPê, Zelenskî tekez kir, “Amerîka yek ji piştevanên sereke yên Ukraynayê ye li hember êrişên Rûsyayê.”

Pelosi di vîdyoya ku Zelensky li ser Twitterê weşandibû de got: “Em tên serdana we dikin ji bo ku em spasiya têkoşîna we ya ji bo azadiyê bikin. Hûn ji bo hemûyan şer dikin. Heta şer bi dawî dibe, em li aliyê we ne.”

Serdana Pelosi û şanda Kongrresê hefteyekê piştî serdana Wezîrê Derve yê Amerîka Anthony Blinken û Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin bo Kîevê hat ku di wê demê de wan ragihand, hêdî hêdî hebûna dîplomatîk a Amerîkî vedigere Ukraynayê.