Wezareta Pêşmerge daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî de belav kir

Wezareta Pêşmerge: Grûpên deryasayî mûşek ji parêzgeha Neynewayê ve avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şaneya Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge de daxuyaniyek derbarê êrîşa mûşekî ya vê êvarê li ser bajarokê Xebatê de belav kir û ragihand, mûşek ji aliyê grûpên deryasyaî ji parêzgeha Neynewayê ve hatine avêtin.

Deqa daxuyaniya Şaneya Ragihandin û Hişyariyê di Wezareta Pêşmerge:

Îro êvara 1ê Gulana 2022an, careke din grûpên deryasayî ji nahiya Bertele ya ser bi qezaya hemdaniyê li parêzgeha Neynewayê ve, şeş mûşek arasteyî sînorê qezaya Xebatê kirin.

Mûşek di navbera Zêyê Mezin û qezaya Xebatê ketin xwarê.

Li gor zanyariyan, ti ziyaneke canî di encamê de nebûye.

Ji niha ve lêkolîn di wê derbarê de dest pê kirine.

Hêjayî gotinê ye, ev çendîn car in ji wê navçeyê ve mûşekên Katyusha arasteyî qezaya Xebatê hatine kirin