Konsulê Brîtanya êrîşa mûşekî ya li ser parêzgeha Hewlêrê şermezar kir

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê êrîşa bi mûşekan a li ser parzûngeha petrolê ya li qezaya Xebat li parêzgeha Hewlêrê şermezar kir
Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt - Arşîv
Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt - Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt îro Duşemê êrîşa bi mûşekan a li ser parzûngeha petrolê ya li qezaya Xebat li parêzgeha Hewlêrê şermezar kir.

Konsulê Giştî yê Brîtanya li Hewlêrê David Hunt li hejmara xwe tora civakî “Twitter” nivîsî: “Êrişa şeva borî ya li ser parzûngeha petrolê ya Kawergoskê li parêzgeha Hewlêrê, karekî bêaqil û nerewa bû. Ez vê yekê bi tundî şermezar dikim. Tu hincet ji bo tundûtûjîyeke wiha nîne.”

Li gorî daxuyaniya Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê, şeva borî Yekşemê herî kêm 6 mûşek li navçeya Xebatê ya girêdayî parêzgeha Hewlêrê ketin. Mûşek ji nahiya Bartela ya navçeya El-Hemdaniye ya li parêzgeha Neynewayê ve hatin avêtin.

Navçeya El-Hemdaniye niha di bin kontrola Hêzên Heşda Şeibî de ye.

Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de got: “Em bang li Serokwezîrê Iraqê û Hikûmeta Federal dikin ku herêma bûye cih û penageha êrîşên li ser Herêma Kurdistanê ji terorîstan û çeteyan paqij bikin û aştî û aramiyê pêk bînin.”