Hunermendên Kurd di cejnê de stranên xwe yên nû belav kirin

Stranên ku îsal di cejnê de hatin belavkirin, piraniya wan stranên şadî û şahiyê ne.

Silêmanî (K24) – Hunermendên Kurd di vê cejnê de stranên xwe yên nû weke diyarî ji guhdar û temaşevanan re pêşkêş kirin.

Stranên ku îsal di cejnê de hatin belavkirin, piraniya wan stranên şadî û şahiyê ne, beşek ji wan hunermendan destnîşan dikin ku wan xwestiye berhemên xwe di dema kêfxweşiya xelkê de belav bikin, loma roja cejnê weke demeke guncaw dîtine.

 

Strana "Cejn e", berhema nû ya hunermend Nevîd Zerdî ye û weke eydanî ji hezkiriyên xwe re diyarî dike.

 

 

Hunermend Nazdar di vê cejnê de strana xwe ya "Şadî û Şayî" belav dike.

 

 

Hunermend Ezîz Weysî û Aras Mihemed bi hev re strana "Şîrîne Yarim" dibêjin.

 

 

Hunermend Karzan Farûq strana xwe ya bi navê "Muruy Şîn" belav kiriye.

 

 

Hunermend Kemal Mihemed strana xwe ya "Pepûle" careka din tomar kiriye û jê re klîpek amade kiriye.

 

 

Hunermend Roj Kerîm strana xwe ya bi navê "Ruhekem" belav kiriye.

 

 

Hunermendên Kurd Xende Kerkûkî û Umêd Şiwanî sê stranên Kurdî bi hev re dibêjin.

 

 

Hunermend Aryas Cevan strana xwe ya bi navê "Taybet e" belav dike.