Şandeke bilind a serbazî ya Iraqê gihîşte Şingalê

Bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah şandeke bilind a ewlehî û serbazî gihîşte navçeya Şingalê.

Hewlêr (K24) – Piştî pevçûna navbera artêşa Iraqê û hêzên çekdar ên PKKê, şandeke bilind a ewlehiyê bi serokatiya Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Yarallah gihîşte navçeya Şingalê.

Li gor çavkaniyan, Cîgirê Fermandarê Operasyonên Hevbeş Ebdulemîr El Şemirî û hejmarek ji fermandarên bilind ligel Serokerkanê Artêşa Iraqê ji bo dîtina rewşa ewlehiyê ya piştî pevçûna navbera artêş û PKKê, gihîştin navçeya Şingalê.

Şeva 1ê vê mehê, Peyamnêrê K24ê yê li Şingalê ragihand, şer di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ya ser bi PKKê û artêşa Iraqê de rûda.

Li gor zanyariyên peyamnêrê me, destpêka şer, şeva 1ê Gulanê li devera Bab Şelo ya li rojavayê navçeya Şingalê rûda.

Devera Bab Şelo li nêzîkî komelgeha Xanesor a ser bi navçeya Şingalê ye.

26ê Nîsanê çavkaniyekî ewlehiyê ji K24ê re ragihand, hejmareke mezin ji tank û çek û pêwîstiyên leşkerî yên artêşa Iraqê gihîştine navçeya Şingalê.