Delîl Dîlanar li Bakurê Kurdistanê bi hezkiriyên xwe re têne cem hev

Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konserê bide.
Delîl Dîlanar
Delîl Dîlanar

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermendê Kurd Delîl Dîlanar piştî 27 salan dê li 3 bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarê Stenbolê yê Tirkiyê bi hezkiriyên xwe re were cem hev û konserê bide.

Delîl Dîlanar yek ji hilgirên kevneşopiya dengbêjiyê ye, ku piştî 27 salan, cara ewil xwe amade dike ji bo ku li bajarên Diyarbekir, Mêrdîn, Riha û Stenbolê konseran saz bike.

Dîlanar hunermendek e ku li herêma Serhedê zarokatiya xwe derbas kiriye, li dîwanên gelek dengbêjên mezin û bi taybetî Hisênê Muşî rûniştiye û bi dengê wan nas bûye.

Delîl Dîlanar ji mamosteyê mezin ê Meya Kurdî Eqîdê Cimo, ku bi Radyoya Êrîvanê re di dîroka muzîka Kurdî de wek “efsane” derbas bû, perwerdeya sazê wergirt.

Dîlanar li gelek welatên cîhanê bi taybetî li Almanya, Amerîkayê gelek konser dan.

Dengbêjiya nûjen ku hunermend bi dengê xwe yê xurt temsîl dike, bala sînemayê jî kişand ser xwe û jiyana Delîl Dîlanar ji aliyê derhêner Bulent Gunduz ve derbasî ekrana mezin bû.

Fîlmê ku bi deng û çîroka Dîlanar eleqeyek mezin kişand ser xwe, di Festîvala Fîlman a Los Angelesê de xelatên Herî Baştirîn Strana Orjînal û Fîlma Herî Baş wergirt.

Bernameya konseran a Delîl Dîlanar wiha ye:

În, 13ê Gulanê Diyarbekir – Navenda Kongre û Çandê ya Sezaî Karakoç

Şemî, 14ê Gulanê Mêrdîn - Yay Grand Hotel Cemal Yay Salona Kongreyê

Yekşem, 15ê Gulanê Riha – Navenda Çandê ya li City Mall a Rihayê

Şemî, 28ê Gulan Stenbol - Navenda Nimayişê ya Bostancî