Hêzên Pêşmerge li Pirdê bersiva êrîşeke DAIŞê da
Hewlêr (K24) – Fermandarekî Pêşmergeyê Kurdistanê ragihand, îşev hêzên Pêşmerge bersiva êrîşeke çekdarên DAIŞê daye.
Fermandarê Pêşmerge ji Kurdistan24ê re eşkere kir, îşev hêzên Lîwaya 10 a Fewca 5 a xala 10 a Berevaniya li Bilindahiyên Zurgeziraw, bersiva êrîşa çekdarên DAIŞê da.
Fermandarê ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ragihand; di encama şer de ti ziyan negihîştiye hêzên Pêşmerge û êrîşa DAIŞê hatiye têkbirin.