Wezîra Derve ya Almanyayê serdana Kîevê dike

Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihand, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di demeke nêz de dê serdana Ukraynayê bike.
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock
Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock

Navenda Nûçeyan (K24) -  Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz ragihand, Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock di demeke nêz de dê serdana Ukraynayê bike.

Olaf Scholz di civîneke çapemeniyê de eşkere kir: “Roja pêncşema borî, Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky û Serokê Almanyayê Frank-Walter Steinmeier gotûbêjeke baş li ser nakokiyan encam dan.”

Di meha Nîsanê de Serokê Almanyayê bi niyaz bû serdana Kîevê bike, lê belê Ukrayna red kir ku pêşwaziyê lê bike, ev jî ji ber wê yekê bû ku beriya niha Steinmeier piştevaniya gotûbêjkirina ligel Rûsyayê kiribû.

Redkirina serdana Serokê Almanyayê ji aliyê Ukraynayê ve, bûye sedema wê yekê ku Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz serdana Ukraynayê neke heta wê dema ku Serokê Almanyayê serdana wî welatî neke.

Serdana Wezîra Derve ya Almanyayê piştî wê yekê tê ku alozî kete navbera herdu welatan, ji ber wê yekê bû ku Ukraynayê red kir serdana Serokê Almanyayê bo Ukraynayê pesend bike. Lê belê herdu welat aloziya navbera xwe çareser kirin.