Trafîka Iraqê: Hejmara qurbaniyên bûyerên trafîkê ji qurbaniyên terorê zêdetir e

Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Trafîka Giştî ya Iraqê Ziyad El Qeysî eşkere kir, hejmara qurbaniyên bûyerên trafîkê ji qurbaniyên terorê zêdetir e.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberê Ragihandin û Pêwendiyên Trafîka Giştî ya Iraqê Ziyad El Qeysî eşkere kir, hejmara qurbaniyên bûyerên trafîkê ji qurbaniyên terorê zêdetir e.

Ziyad El Qeysî diyar kir: “Bêguman qurbaniyên bûyerên trafîkê ji hejmara qurbaniyên terorê bêhtir e û erkê Wezareta Tendirustiyê ye ku hejmaran ragihîne.”

El Qeysî eşkere kir, sedemên rûdana bûyerên trafîkê, çend sedem li xwe digrin, ji wan; pabendnebûna şofêrên barhilgir bi rênimayên trafîkê, ji bilî wê, divê bi giştî şofêr pabendî leza diyarkirî bin.

Herwiha destnîşan kir, civînên ligel aliyên pêwendîdar ji bo kêmkirina bûyerên trafîkê berdewam in, ji bo vê mebestê Serokwezîrê Iraqê biryar daye hemû rêyên sereke werin qîrkirin.