Ji ber pevçûnên li Şingalê zêdetirî 10 hezar kes aware bûn

Pîr Deyan Cehfer Hemo ji K24ê re diyar kir, ji ber şerê van çend rojên borî yê li Şingalê, pêleke nû ya awarebûna ji Şingalê dest pê kiriye.

Duhok (K24) – Rêveberê Koç û Koçberan yê li Duhokê Pîr Deyan Cehfer Hemo ragihand, ji ber şerê navbera artêşa Iraqê û çekdarên PKKê, xelkê Şingalê careke din awareyî Herêma Kurdistanê bûn û zêdetirî 10 hezar kes gihîştin parêzgeha Duhokê.

Pîr Deyan Cehfer Hemo ji K24ê re diyar kir, ji ber şerê van çend rojên borî yê li Şingalê, pêleke nû ya awarebûna ji Şingalê ber bi Herêma Kurdistanê serî hildaye û heta niha 10 hezar û 261 kes gihîştine parêzgeha Duhokê.

Hefteya borî artêşa Iraqê hêzeke mezin şand Şingalê ji bo rûbirûbûna çekdarên PKKê yên li navçeyê, ji ber vê yekê jî xelkê Şingalê careke din aware bûn û berê xwe dan Herêma Kurdistanê, bi taybetî tên parêzgeha Duhokê û dixwazin jiyana wan parastî be.