Zelensky di civîna serokên G-7 de behsa rewşa welatê xwe dike

Ji destpêka salê ve, ev civîna sêyemîn ya G-7 ye û tê de dê rewşa Ukraynayê were gotûgbêjkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Ukraynayê Volodîmîr Zelensky îro Yekşemê dê beşdarî civîneke vîdyoyî ya serokên Koma Heftan (G-7) bibe, da ku rewşa welatê xwe gotûbêj bike.

Berdevka Şêwirmendê Almanê Olaf Scholz roja Înê gotibû: “8ê Gulanê, rojek dîrokî ye ku wê rojê Şerê Cîhanê yê Duyem yê li Ewropayê bûbû sedema teror, wêranî û mirinê bi dawî bû.” Destnîşan kir jî, şerê li Ukraynayê, hevgirtina Koma Heftan ji her demê girîngtir dike.

Koma Heftan ji welatên wek Kanada, Amerîka, Fransa, Brîtanya, Almanya, Îtalya û Japon pêk tê, îsal Almanya serokatiya wê dike.

Berdevka Şêwirmendê Almanê diyar kir, ji destpêka salê ve, ev civîna sêyemîn ya komê ye û tê de dê bi taybetî rewşa Ukraynayê were gotûgbêjkirin. Bêyî ku hûrguliyên zêdetir bide.

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî çend roj berê behsa vê hevdîtinê kiribû û behsa sepandina cezayên zêde yên li dijî Rûsyayê kiribû. Biden roja Çarşemê gotibû: “Em her dem ji cezayên zêde re vekirî ne”

Herwiha li ser riya cezayên rojavayî, 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê mijûlî danûstandinên dijwar in, ji bo gihîştina lihevkirinekê li ser plana rawestandina hawerdekirina petrola Rûsî, ku heya niha Macaristanê red kiriye.