Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî dest pê dikin

Bi nêzîkbûna 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rêxistinên bo zimanê Kurdî xebatan dikin dest bi çalakiyên xwe dikin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê ji aliyê rêxistinên xebatên zimanê Kurdî dikin ve bi boneya nêzîkbûna Cejna Zimanê Kurdî bi semîner û panelan banga xwedîlêderktenia zimanê Kurdî hat kirin û bi taybetî ji bo zaraveyê Zazakî jî hişyarî hat dayîn ku di rewşeke xeter de ye.

Bi nêzîkbûna 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî rêxistinên bo zimanê Kurdî xebatan dikin dest bi çalakiyên xwe dikin. Di vê çarçoveyê de li Diyarbekirê çalakiyek jî wek seminer bi beşdariya Doktor Zimanzan Mehemed Malmîsanij hat li darxistin.

Doktor Malmîsanij bi taybetî bal kêşand ser pirsgirêkên zaraveyê Kurdî Zazakî û hişyarî da ku zazakî di bin xetereyek cidî de ye. Endamê Koma Vate Mahmud Neşite jî anî zimên ku sedema xeteriya li ser zazakî ji ber pergala pişaftinê ye. 

Endamê Koma Vate Mahmud Neşite ji K24ê re diyar kir: “Sedema sereke ya rewşa zazakî tê de ye, guvaş û astengiyên pêşiya zimanê Kurdî ne ku pergala asîmîlasyonê di meriyetê de ye. Zazakî kêm tê bikaranîn û zazakî bindest e. Sedem siyasî ye. Sedema herî girîng jî ev e.”

Tora Çand û Zimanê Kurdî û Platforma Zimanê Kurdî deklerasyonek hevpar  bo nêzîkbûna 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji raya giştî re parve kirin.

Di daxuyaniyê da hat amajekirin ku dê heta 15ê Gulanê bi meş, konser, panel û çalakiyên cûr be cûr pêşwaziya Cejna Zimanê Kurdî were kirin.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî amaje anî zimên ku bi çalakiyên ziman ew dixwazin hişmendiya neteweyî jî bilind bikin.

Şerefxan Cizîrî eşkere kir: “Em dixwazin bi çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî Kurdan li hev bicivînin û li dora zimanê Kurdî hişmendiya neteweyî jî bilind bikin û em dixwazin Kurd doza mafê zimanê xwe bikin. Em dixwazin bidin nîşan ku zimanê Kurdî ne zimanê partiyekê ye, ne zimanê rêxistinekê ye. Zimanê Kurdî yê hemû Kurdan e.”

Piştî deklerasyona hevpar a Cejna Zimanê Kurdî ya Platforma Zimanê Kurdî û Tora Çand û Zimanê Kurdî li gel li gel beşdaran stran hatin gotin û govend hat gerandin. Îsal jî dê di çalakiyên zimanê Kurdî daxwaza sereke xwedî statubuna zimanê Kurdî û perwerdehiya zimanê Kurdî be.