Wezareta Pêşmerge: Hevkariya Brîtanyayê girîng e
Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ragihand, Wezîrê Pêşmerge û Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê civiyan û tekezî li parastina seqamgîrî, aramî û asayîşa navçeyê kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro 10ê Gulana 2022yan, Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl ligel Şêwirmendê Bilind ê Serbazî yê Brîtanyayê Rob Driver civiyan.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir, di civînê de ku Serokerkan Cemal Mihemed û Şêwirmendên Bilind ên Wezaretê Lîwa Rukn Bextiyar û Emîd Rukn Hejar Umer amade bûn, tekezî li berdewamî û hevahengî û hevkariyên di navbera herdu aliyan de hat kirin.
Wezîrê Pêşmerge Şoriş Îsmaîl bal kişand ser parastina seqamgîrî, aramî û asayîşa navçeyê.
Şoriş Îsmaîl herwiha spasiya erk û xebata Brîtanya û dostaniya Pêşmerge kir, ku rola wan a berdewam û bi bandor li ser pêşxistina şiyanên Pêşmerge û pêşvebirina proseya çaksaziyê hebûye.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Wezareta Pêşmerge û Şêwirmendê Serbazî yê Brîtanyayê bi hûrgilî li ser kêşe û astengiyên li ber du lîwayên hevbeş ên navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê gotûbêj kirine û herdu alî hevnêrîn bûne li ser nehiştina wan kêşe û astengiyên ku li ber wan lîwayan hatine dirustkirin.