Şandeke Wezareta Pêşmerge diçe Amerîkayê

Ev serdan li ser vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê pêk tê.
Wezareta Pêşmerge - Hewlêr
Wezareta Pêşmerge - Hewlêr

Hewlêr (K24) – Şandeke Wezareta Pêşmerge û Artêşa Iraqê sibe şemiyê 14ê Gulana 2022yan diçe Amerîkayê û ev serdan li ser vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê pêk tê.

Rêveberê Giştî yê Ragihandin û Hişyariya Niştimanî ya Wezareta Pêşmerge Osman Mihemed ji K24ê re ragihand, li ser vexwendina fermî ya Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê sibe şandeke Şaneya Ragihandina Şer a Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê diçe Amerîkayê.

Osman Mihemed eşkere kir: “Ev şande ji 5 endamên Şaneya Ragihandina Şer pêk tê, biryar e serdana Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê û çend cihên din bikin.”

Mihemed herwiha diyar kir: “Amerîka ji hemû aliyan ve alîkariya hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê dike, bi taybetî jî ji aliyê ragihandinê ve ku çawa rûbirûyî fikra DAIŞ û tundrewiyê bibin.”