Delîl Dîlanar li Diyarbekirê stran û kilamên ji hev xweştir pêşkêşî hezkiriyên xwe kirin

Hunermendê kurd ê navdar Delîl Dîlanar piştî 27salan yekem car li Diyarbekirê konserek da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam striyan.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) - Hunermendê kurd ê navdar Delîl Dîlanar piştî 27salan yekem car li Diyarbekirê konserek da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam striyan. Delîl Dîlanar got; wî gelek bêriya welatê xwe kiribû û her dixwest li Diyarbekirê konserekê bide, bi vê konserê mirada wî bi cih hat. Dîlanar amaje kir ku; divê kurd ji hevdu nexeyîdin.

Hunermendê kurd ê naskirî Delîl Dîlanar piştî 27 salan yekem car li Diyarbekirê konsereke da û ji hezkiriyên xwe re stran û kilam gotin. Dîlanar dema ku derket ser dike behsa xerîbiya welatê xwe kir û got; mirada wî her ew bû ku li welatê xwe konseran bide û bi van konseran mirada wî bi cih hat.

Ji çar aliyên welat û Tirkiye û hin welatên ewrûpa bi sedan kes ji bo ku stran û kilamên Delîl Dîlanar guhdarî bikin hatin salona konserê.

Welatiyeke bi navê Saadet Xanim ji K24ê re diyar kir: “Ez û keça xwe em  ji navçeya Erxenî hatine da ku Delîl Dîlanar guhdarî bikim. Bi xêr hatiye, li ser seran û li ser çavan hatiye.”

Welatiyê bi navê Osman Başkan jî diyar kir: “Dengbêjî dermanê me kurdan e. Em gelek ji dengbêjiyê hez dikin. Em stran û kilaman ji bîr nakin.”

Delîl Dîlanar, him stran û kilamên xwe gotin him jî behsa girîngiya yekrêziya nav mala kurdan kir û got; ti lukseke kurdan nîne ku ji hev bixeyîdin, divê hemû kurd rêzê li hevdu bigirin û ji hevdu hez bikin.  Delîl Dîlanar hem li tembûrê xist hem jî meya yek ji efsaneyên muzîka kurdî  Egîdê Cimo lê da.

Hezkiriyên Dîlanar gotin; ji ber ku ew dengbêjiyê bi amûrên hemdem berdewam dike nifşên nû jî ji dengbêjiyê hez dikin.

Hunermend Osman Xunav destnîşan kir: “Delîl bi xêr hatiye Diyarbekirê, bi xêr hatiye Amedê. Delîl Dîlanar dengbêjekî hemdem e. Wêje û edebiyata kurdî dengbêjî ye. Çanda me, hunera me ji dîrokê digihînin roja me. Divê çand û hunera welatan ne di min bandora kes û kesayetan de be. Heger huner û çand azad be dê gelek tiştên xweş derkevin holê. Delîl Dîlanar îro li Diyarbekirê li ser dikê ye, ev tiştek e girîng e.”

Esma Xunav ku dayîka hunermend Osman Xunav e, diyar kir: “Zimanê kurdî zimanê me ye, bi rastî dema ku bi kurdî dibêjin em jê hez dikin, em ji Delîl jî hez dikin. Em li temamê dengbêjên ku bi kurdî distirên guhdarî dikin. Heger ne bi kurdî bûya ez nedihatim lewra min fêm nedikir, lê bi zimanê me ye, em ji zimanê xwe fêm dikin.”

Rêveberên Amedsporê şalgerdana tîma xwe diyariyî Delîl Dîlanar kirin û ew ji bo temaşekirina pêşbirkan vexwendin. Dîlanar nêzîkî du demjimêrên li ser dikê kilamên wekî Serayê, Şerê Terxan û Dewrêşê Evdî gotin.

Dîlanar dê di 14ê Gulanê li Mêrdînê, 15ê Gulanê li Rihayê û di 28ê Gulanê de jî li Stenbolê konseran bide.