Hêzên Pasevaniya Sînor a Iraqê xaleke din li Kanî Masê zêde dikin

Hêzên Pasevaniya Sînor a Iraqê li nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdiyê, li nêzîkî gundê Hirûrê yê devera Berwarî Bala, xaleke din a serbazî zêde kirin.

Duhok (K24) – Pasevaniya Sînor a Iraqê xaleke din a serbazî li sînorê gundê Hirûrê yê ser bi Kanî Masê zêde dikin, ev jî ji bo tundkirina sînoran û dûrxistina PKKê ji deverên sînorî.

Li gor zanyariyên K24ê, îro danê sibê 14ê Gulana 2022yan, hêzên Pasevaniya Sînor a Iraqê li nahiya Kanî Masê ya ser bi navçeya Amêdiyê, li nêzîkî gundê Hirûrê yê devera Berwarî Bala, xaleke din a serbazî zêde kirin.

Çavkaniyekî ji Peyamnêrê K24ê re ragihand: “Xala serbazî ku hêzên pasevaniyê lê têne bicihkirin, dê her dem hêzên pasevaniya sînor lê bimînin.”

Bi danîna vê xala serbazî, hejmara binke û baregehên Pasevaniya Sînor a Iraqê li devera Berwarî Bala û Sindî, bûne 30 xalên serbazî, ku bûye demek hêzên Iraqê xala serbazî li wê navçeyê zêde dikin.

Çavkaniyê serbazî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji K24ê re eşkere kir: “Mebesta danîna van xalan, rêgirtin û dûrxistina çekdarên PKKê ye, ku hincet dide destê hêzên Tirkiyê û hêzên wê dikşîne nav sînorê Herêma Kurdistanê û Iraqê.”