Kalin: Bo endametiya Finlanda û Swîdê di NATO de derî vekirî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê da xuyakirin, wan deriyê endamtiya NATO bo Finlanda û Swîdê negirtine, lê ew ê di proseya endmetiyê de, piştevaniya wan her du welatan bo çalakiyên terorê bînin rojevê.

Peyvdarê Serokomarê Tirkiyeyê Îbrahîm Kalin bo “Reuters” axivî û got, wan deriyê endamtiya NATO bo welatên Finlanda û Swîdê negirtine, lê di proseya endamtiyê de, ewê piştevaniya her du welatan ji bo çalakiyên terorî bînin rojevê.

Kalin got, PKK li welatên Ewropa pare û endaman bo xwe kom dike, taybet li Swîde habûna wan zêde bûne. Kalin bang li her du welatan kir, kenalên PKKê, çalakî û rêxistinên wan dawî bike.

Ev yek di demekê de ye, Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan derbarê heman mijarê de duhî ragihandibû: “helwesta wan ne erênî ye”
Li gor yasaya NATO, ji bo endamtiya welatekî, pêwîstî bi êrekirina yekdengî ya hemû welatên endam heye.