Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê derbarê kompanyaya Bakur li Kerkûkê de daxuyaniyekê dide

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil daxuyaniyek belav kir û tê de hemû îdia û gotegotên ku dibêjin Hikûmeta Herêma Kurdistanê çend kêlgehên petrolê li Bey Hesen û Daûwdkorkî yên kompanyaya Petrola Bakur li Kerkûkê dagîr û desteser kirine, red kir.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil di daxuyaniyê de got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê hemû îdia û gotegotên ku dibêjin Hikûmeta Herêmê bi piştevaniya hêzeke çekdar, çend kêlgehên petrolê li Bey Hesen û Daûwdkorkî yên ser bi kompanyaya Petrola Bakur li Kerkûkê dagîr û desteser kirine, red dike.

Cotyar Adil dibêje: “Aşkere ye li gor destûra Îraqê, samanên giştî yên hemû Îraqiyan e û ne milkê kompaniyekê ye.”

Diyar kir jî: “Kompanyaya Petrola Bakur bi salan e di nebûna yasaya neft û gazê de kar dike û destûrê binpê dike. Eger Kompamyaya Petrola Bakur di xema çareserkirina pirsgirêkan de ye, bila li gor destûrê, yasaya petrola û gazê bê teşrîkirin.”

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike: “Ji ber vê jî, ev kempîna ku li dijî Herêmê hatiye destpêkirin, siyasî ye û ti bingeheke wê ya yasayî nîne, ev tohmetbarkirinên li ser Herêmê dûrî rastiyê ne û tenê bi armanca pêkanîna aloziyê û li dijî mafên gelê Kurdistanê ne.