HDP: Berxwedana me ji bo zimanê me ye

HDP: 15’ê Gulana 1932’yan di dîroka têkoşîna li dijî êriş û qedexe û tunekirina Kurdî de, rojeke dîrokî ye
HDP
HDP

Navenda Nûçeyan (K24) – Partiya demokratîk a Gelan (HDP) bi zaravayên Kurmancî û Dimilî cejna zimanê Kurdî pîroz kir û di daxuyaniyekê de ragihand, “15’ê Gulana 1932’yan di dîroka têkoşîna li dijî êriş û qedexe û tunekirina Kurdî de, rojeke dîrokî ye.”

Daxuyaniya HDPê wiha ye:

Berxwedana me ji bo zimanê me ye: Cejna Zimanê Kurdî pîroz be!

Di sedsala dawî de li aliyekî qedexe, astengî û polîtîkayên bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî, li aliyê din jî berxwedaneke bêhempa li dijî van polîtîkayan hat dayîn. Zihniyeta ku ji xwe re tunekirina zimanê Kurdî kiribû armanc, di sedsala dawî de ev polîtîka bi gelek rê û rêbazan meşand û îro jî dimeşîne.

15’ê Gulana 1932’yan di dîroka têkoşîna li dijî êriş û qedexe û tunekirina Kurdî de, rojeke dîrokî ye. Ew roj, bi pêşengiya Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî, tovê şoreşeke rewşenbîrî û ronahiyê hat avêtin û Kovar hat derxistin. Hawar di dîroka Kurdan de kovara yekem e ku bi tîpên Latînî hatiye derxistin.

Di ser derxistina Kovara Hawarê re 90 sal derbas bûn. Di 90 salan de Kovara Hawarê bi her awayî di warê geşedana ziman û çanda Kurdî de roleke sereke lîstiye û mohra xwe li dîroka rewşenbîriya Kurdî xistiye. Kovara Hawarê, nîşan daye ku xîret û xebata ji bo Kurdî tu polîtîkayên bişaftin û tunekirinê nas nake. Loma jî Kovara Hawarê ne tenê kovarek, her wekî din dibistanek e û îro jî îlhamê dide xebatên Kurdî. Ji ber vê jî ji sala 2006’an vir ve 15’ê Gulanê wek Cejna Zimanê Kurdî tê pîrozkirin.

Di dîroka Kurdan de û piranî di sedsala dawî de qedexe, zext û asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî kêm nebûye. Ji ber ku serdest baş dizanin riya têkbirina civakekê tunekirina zimanê wan e, loma bi hemû hêza xwe ji bo tunekirina zimanê Kurdî meşandine. Ew polîtîka îro jî bi her awayî didome. Zimanê Kurdî îro jî ne zimanê perwerdehiyê ye, zarokên Kurdan îro jî ji mafê perwerdehiyê mehrûm in. Kurdî îro jî ji qada gelemperî tê bidûrxistin û bi awayekî fermî nayê naskirin. Em van polîtîkayan qebûl nakin û li dijî van polîtîkayan em ê wek doh têkoşîna xwe îro û sibê jî bimeşînin. Em careke din bang dikin: Divê zimanê Kurdî di qanûna bingehîn de bê naskirin û qebûlkirin. Divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û hemû astengiyên li ser Kurdî bên rakirin.

Bi boneya vê rojê û di 90’emîn salvegera damezirandina Kovara Hawarê de, em Cejna Zimanê Kurdî di serî de li gelê Kurd, li Celadet Alî Bedirxan û hevalên wî û li hemû xemxur, xebatkar û dildarên Kurdî pîroz dikin.