Nêçîrvan Barzanî: Piştgiriyê li maf û daxwazên mamosteyan dikin

Serokê Herêma Kurdistanê: Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera 60emîn a damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê peyamek belav kir û ragihand, “Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne”

Peyama Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî:

Ez, 60-mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê, li tevahiya mamosteyên Kurdistanê bi germî pîroz dikim û serkeftinê ji wan re dixwazim. Gelek bi rêz û hurmet ve rola girîng û pîroz ya mamostayan û xebat û têkoşîna wan ya ji bo fêrkirin, perwerde û pêgihandina nifşên nû û nifşên paşeroja Kurdistanê bilind dinirxînim.

Berpirsiyarî, berhevî û rola pêşeng ya mamostayan ji bo perwerde û pêgihandina tak, di rojên dijwarên şoreş û di azadiya niha da jî, cîhê dilxweşî û rêzlêgirtinê ye. Di rewşên herî dijwar da jî, mamostayên dilsoz ên Kurdistanê pêşiya hemû qeb û gefan girtiye û di erkê xwe yê pîroz yê perwerde û fêrkirinê da berdewam bûn.

Nifşên nû û yê paşerojê emanetê mamosteyan in, ji ber hindê mamoste kilîl û bingehê serkeftina her civakeke pêşkeftî ne û rola wan di pêşvebirina kultûra hevduqebûlkirin, lêborîn û pêkvejiyanê da heye. Mamostayên Kurdistanê hêjayî jiyan û jiyareka baştir in, hemû piştgiriyekê ji bo maf, dawakarî û şayesteyên wan dupat dikim û bi rêz û hurmet li rol û xizmeta Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê dinêrim.