Parêzgehên Iraqê ji ber bahoza tozê dewama li dezgehên hikûmetê rawestand

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend parêzgehên Iraqê ji ber bahoza tozê, îro dewama li dezgehên hikûmî rawestand. Her wiha Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê jî geştên xwe yên asmanî ragirtin.

Parêzgehên Kerkûk, Wasit, Bexda û Babilê ji ber bahoza tozê ya dijwar û kêmbûna asta dîtin, dewama fermî li dezgehên xwe rawestandin.

Her wiha wezaretên perwerde û xwendina bilind jî, hemû ezmûnên dibistanan û zanîngehan bi paş xistin.

Ji aliyê xwe ve, Rêveberiya Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê rawestana geştên esmanî ragihand, ji ber ku bahoza tozê asta dîtinê bo 300 metrî kêm kiriye.