Konserta hunermend Aynur Dogan li Derînceya Kocaelî hat qedexekirin

Serkirdeyên siyasî û hunermendan bertek nîşanî qedexekirina konserta Kurdî dan

Stenbol (K24) – Konserta hunermenda Kurd Aynur Dogan li Derînceya Kocaelî ya Tirkiyê hatibû plankirin ji hêla şaredariya navçeyê ve hat qedexekirin. Gelek hunermend û serkirdeyên partiyên siyasî qedexekirina konsertê şermezar kirin. Serokê partiya Sereke ya Opozîsyona Tirkiyê CHP jî di sosyal medyayê de straneke Kurdî belav kir û bi vî awayî berteka xwe nîşanî qedexekirina konserta Kurdî da.

Hunermend Aynur Dogan li gelek bajarên Tirkiyê plana konsertê ragihandibû. Lê di nav wan de konserta li Derînce ya Kocaelî ji hêla şaredariyê ve hat qedexekirin.

Şaredariya ku ji hêla AK Partî ve tê birêvebirin ragihand wan piştî lêkolînên berfireh biryara betalkirina konsertê dane.

Ev biryar ku di rojeva sosyal mediayê de jî gelek bi berfîrehî hat nîqaşkirin û di nava civakê de wek qedexe û dijayetiya Kurdî hat dîtin.

Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu, Hevseroka HDP Pervîn Buldan, di twittera xwe de strana “Dar Hejîrokê” ya Aynur Dogan belav kirin û qedexekirina konserta Kurdî şermezar kirin.

Serokê Partiya Dahatû Ahmet Davutoglu jî tê da gelek siyasetmedar û hunermend nerazîbûna xwe nîşanî qedexekirina konserta Kurdî dan.

Piştî bertekên zêde şaredariyê daxuyaniyeke din belav kir û got: Ji bo konsertê destûra ji cîhên têkîldar divê bihata wergirtin lê nehat wergirtin û proseya fermî bo konsertê nehatiye destpêkirin loma konser hatiye betalkirin.

Ji tîma amadekar a konsertê jî bersiveke wiha bo daxuyaniya şaredariyê hat dayîn: Me betalkirina konsertê di hisaba twittirê ya şaredariyê de dît, ji me re tu agahî nehat dayîn heta beriya 5 rojan destpêka konsertê. Me hemû kar û barên xwe bo konsertê bir serî û me pere jî ji bo cîhê konsertê şandibû û ev belge di destê me de ye. Ev biryara şaredarî ji bo çand û hunera cîhanê metirsiyek e.