Platforma Tendirustkaran: Divê xizmetên tendirustiyê bi zimanê zikmakî bên dayîn

Hat diyarkirin ku ji bo tenduristiyeke baş û temam û pêwendiyên rast û dirust yên tenduristiyê, divê mafên zimanên zikmakî bên naskirin.
Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Platforma Tenduristkaran li Diyarbekirê bi mebesta roja derçûna kovara Hewarê ku di 15ê Gulana 1932an de derçûye û derçûna wê jî wek Roja Zimanê Kurdî tê pîroz kirin, daxuyaniyek belav kir û bal hat kişandin ku ji bo tenduristiyeke baş û temam û pêwendiyên rast û dirust yên tenduristiyê, divê mafên zimanên zikmakî bên naskirin.

Li ser navê platforma Tenduristkaran, Zekî Kanay daxuyand ku li Tirkiyê bi zimanê Kurdî nebûna perwerdehiyê û xizmetên fermî yên tendirustiyê binpêkirina mafên bingehîn yên gel û zarokên Kurd e.

Di daxuyaniyê de bang û daxwaz hat kirin ku Kurdî jî li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê wek zimanê fermî bê nasîn û ji dibistana seretayî heta akademiyê jî xizmeta perwerdehiya bi zimanê Kurdî bê dayîn.

Piştî daxuyaniyê şiyarên ‘Bê ziman jiyan nabe, zimanê me rûmeta me ye' hatin bilindkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku di salên dawî de çalakî û xebatên zimanê Kurdî her diçe berfirehtir dibe û daxwaza hevpar yên ku wan xebatan dimeşînin jî ew e ku zimanê Kurdî li Tirkiyê wek zimanê fermî û perwerdehiyê bê nasîn. Bi mebesta Roja Zimanê Kurdî jî ji 8’ê Adarê ve cûre çalakî hatin lidar xistin û baldarîyeke baş jî ji bo wan çalakiyan hat nîşandan.