Bilindbûna nirxê Dolar li hember Lîreya Tirkî didome

Li Tirkiyê bilindbûna nirxê Dolar li hember Lîreya Tirkî didome, îro Dolarek gihîşte 15.83 lîreyên Tirkî.

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiyê bilindbûna nirxê Dolar li hember Lîreya Tirkî didome, îro Dolarek gihîşte 15.83 lîreyên Tirkî.

Îro 17ê Gulana 2022yan nirxê Dolar bilind bû û nirxê Dolara Amerikî ku destpêka hefteyê 15.50 lîre bû îro di demjimêrên sibehê de derket 15.83 lîreyan. Euro jî bi 16.34 lîreyên Tirkî tê firotin.

Roja Înê di dema girtina bazarê de nirxê dolar 15.47 lîre û yê Euro jî 16.03 lîreyên Tirkî bû.