"Dosyeya petrol û gaza Kurdistanê ligel destûra Iraqê nakok nîne"

Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser dosyeya petrola Herêma Kurdistanê eşkere kir.
ncûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê
ncûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê

Hewlêr (K24) – Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de helwesta xwe li ser dosyeya petrola Herêma Kurdistanê eşkere kir, ku ew kêlgehên petrolê yên piştî yasaya hejmara 22 ya petrol û gazê ya Parlamentoya Kurdistanê hatine dîtin, li ser bingeha destûra Iraqê ligel wan muamele hatiye kirin.

Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Hesen ragihand, muamelekirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dosyeya petrol û proseya veberhênana petrol û gazê de ligel destûra Iraqê ya sala 2005 li hev digrin, maddeyên yasaya petrol û gazê ya hejmara 22 ya sala 2007an, ku ji Parlamentoya Kurdistanê derçûye, ligel maddeyên destûra Iraqê nakok nîne.

Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen eşkere kir, ji ber ku maddeyên 110 û 112 yên destûra Iraqê diyar kirine, "Hikûmeta Federal a Iraqê wan kêlgehên niha hene îdareya petrol û gazê dike, ligel herêm û parêzgehan, da ku berhema wan bi awayekî guncaw bi ser nişteciyên hemû Iraqê werin dabeşkirin, tevî dayîna pişkeke diyarkirî ji bo wan herêmên ku di serdema rejîma berê de ziyan dîtine, ev jî li gor yasayan tê rêkxistin", loma divê prose li gor wan maddeyên destûrê berdewam bibe.

Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê diyar dike, ew kêlgehên piştî sala 2005an li Herêma Kurdistanê hatine dîtin, divê bikevin bin berpirsyariya Herêma Kurdistanê, ji ber ku metna destûrê tenê kêlgehên petrolê yên "niha (wê demê)" destnîşan kiriye, ku beriya sala 2005an hebûn, lê belê kêlgehên petrolê yên Herêma Kurdistanê piştî sala 2005an kar li ser hatin kirin, loma li ser bingeha yasaya petrol û gazê ya Herêma Kurdistanê ya hejmara 22 ya sala 2007an, ku bi destûra Iraqê ve girîdayî ye, Herêma Kurdistanê wan kêlgehan îdare dike û ev yasa ligel destûra Iraqê ti nakokî tê de tune ye.