Serokê Herêma Kurdistanê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê kir

Rewşa Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyên siyasî de, prosesa hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê hatin guftûgokirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro Sêşemê 17/05/2022an li Barzan, pêşwazî li Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê Matthew H. Tueller kir.

Di civînekê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya Balyozê Amerîkayê yê li Iraqê kir ku di dema karkirina xwe ya li Iraqê de di alîkarîkirin û pêşxistina têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê de roleka mezin hebû û jê ra hêvî xwest ku di erkê xwe yê nû de serkeftî be.

Balyozê Amerîkayê ji aliyê xwe ve, spasiya Nêçîrvan Barzanî, sazî û aliyên peywendîdar yên Herêma Kurdistanê kir ji bo wê alîkarî û hevahengiya di dema erkê wî de li Iraqê digel wî û Balyozxaneya Amerîkayê hatiye kirin û hêvî xwest ku ew hevkarî û hevahengî berdewam be.

Her du aliyan têkiliyên Iraq û Herêma Kurdistanê digel Amerîkayê û pêşxistina wan têkiliyan di hemû waran de û handana sermayedarên Amerîkayî ku di warên cuda de li Iraq û Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin gotûbêj kirin. Rewşa Iraqê, pirsgirêk û astengiyên pêşiya prosesa siyasî û xebatên ji bona derbasbûna ji vê rewşê mijarên din yên civînê bûn.

Rewşa Herêma Kurdistanê û têkiliyên di navbera aliyên siyasî de, prosesa hilbijartinên bên yên Herêma Kurdistanê, gefên DAIŞ yên berdewam li deverê û çalakkirina bizava aborî li Herêma Kurdistanê çend mijarên din yên civînê bûn.

Erkê Matthew H. Tueller wek Balyozê Amerîkayê li Iraqê bi dawî tê û ji bo xatirxwestinê serdana Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.