Plasschaert: Divê biryarên Dadgeha Federalî bi hevbeşî bin

Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê: Divê biryarên Dadgeha Federalî bi hevbeşî bên derxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert gotarek derbarê rewşa giştî ya Iraqê de li Encûmena Asayişa Navdewletî pêşkêş kir û tekez kir, aliyên nerênî yên jiyana siyasî ya Iraqê hîn jî di çerxeke berdewam de xwe dubare dikin.

Plasschaert duhî li Encûmena Asayişa Navdewletî ragihand, “Ti daxwazek di nav siyasetmedarên Îraqî de tune ye ku bigihin rêkeftinekê û dawî li krîza siyasî bînin.”

Plasschaert tekezî li ser pêwîstiya avakirina baweriyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de kir û got, ev yek pêkan e. Herwiha behsa biryara Dadgeha Federalî ya derbarê yasa û petrol û gaza Herêma Kurdistanê jî kir û got: “Divê biryarên Dadgeha Federalî bi hevbeşî bên derxistin.”

Got jî: “Pêwist e bawerî bê avakirin û soz were dayîn ku di pêşerojê de biryar û rênimayên yekalî yên bi mebestên siyasî neyin girtin.”

Li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê jî Plasschaert bal kişand ser girîngiya amadekirina zemîna hilbijartinan ku hemû aktorên siyasî yên mezin û biçûk, xwedî derfetên wekhev bin.

Nûnera Neteweyên Yekgirtî ya li Iraqê got, grûpên çekdar sûdê ji valahiyên ewlehiyê dibînin û bi mûşekan êrîş dikin, pêwîst e hizar çekdarî li Iraqê bê sînordarkirin û ew çekdarên ku ji derve derbasî Iraqê bûne, vegerin welatên xwe.

Destnîşan kir jî, êrîşên mûşekî cihê nîgeranî û metirsiyê ne, ew cihê ku Îranê mûşekbaran kiriye, cihekî sivîl bû. Got jî, bihaneyên Îranê ji bo êrîşkirina li ser Hewlêrê nehatin piştrastkirin.

Derbarê rewşa Şingalê de Plasschaert got: “Hin grûpên biyanî rewşa Şingalê têk dane û Şingal bûye meydana têkderan, ji ber wê jî xelkê Şingalê çareke din koçberî navçeyên Herêma Kurdistanê bûne.”