Li Diyarbekirê projeya zêrîngerên nobetdar destpê kir
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Jûra Yekîtiya Zêrîngeran, projeyeke nû dan destpê kirin û dê di rojên betlanê de jî zêrîngerên nobetdar vekirî biimînin.
Serokê Jûra Zêrînger û Sarafên Diyarbekirê DİKO’yê Mehmet Yuksel ragihand, ji hefteya borî ve dest bi pergala ‘zêrîngerên nobetdar’ kirine û dê di rojên betlanê de jî zêrîngerên nobetdar vekirî bin.
Mehmet Yuksel ragihand, ji ber serdanên geştiyarî û bi taybet jî geştiyarên biyanî zêde bûne, dest bi vê projeyê kirine û encamên erênî û baş wergirtine.
Yuksel anî ziman ku êdî dê bi hemû berhemên zêr, bi berdewamî xizmetê bidin û kêfxweş in ku projeyeka wiha ya yekem dane destpê kirin.