Wezîrê Tendirutiyê: Pêketiyê taya xwînberbûnê vegeriya malê
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihand, ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû, baş bû û vegeriya malê.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihand, ew kesê li Hewlêrê bi taya xwînberbûnê ketibû, piştî wergirtina çareseriyên bijîşkî, baş bû û vegeriya malê.
Ameje bi wê jî kir, kesekî din ku gumana pêketina wî bi taya xwînberbûnê li Zaxo hat destnîşan kirin û ji bo nexweşxaneyeke Duhokê hate vegihastin, niha rewşa wî cîgir e û çarseriyên bijîşkî werdigire.
Taya Xwînberbûn, nexweşiyek e ji ajalan bo mirovan tê vegertin, herwiha weke "vîrusa Kongo" jî tê nasîn û %40ê pêketiyên vê nexweşiyê, metirsî li ser jiyana wan dirust dibe.