Li Silêmaniyê alîgirên PKKê êrîşî tîma Kurdistan24ê kir

Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, di dema hewldana komkirina zanyariyan de li ser bûyerekê, alîgirên PKKê êrîşî tîma Kurdistan24ê kir.

Silêmanî (K24) – Peyamnêrê Kurdistan24ê yê li Silêmaniyê ragihand, di dema hewldana komkirina zanyariyan de li ser kuştina xwediyê xwaringehekê ku şeva borî ji aliyê du çekdarên bi motorsîkletê ve êrîşî wî hat kirin û hat kuştin, alîgirên PKKê li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê êrîşî tîma Kurdistan24ê kirin.

Peyamnêrê me Diyar Cemal ragihand: “Êrîşkar hemû bi zaravayê Kurmancî yê Bakurê Kurdistanê diaxivîn û ji çend aliyan ve êrîşî me kirin û ji me re gotin 'Divê hûn di nûçeya xwe de bibêjin Tirkiye xwediyê xwaringehê kuştiye', tevî ku lêkolînên hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê li ser vê bûyerê didomin û heta niha ti daxuyaniyek ji aliyê dezgehên ewlehiyê ve nehatiye dayîn ku aliyê berpirs ê kuştina xwediyê xwaringehê eşkere bike.”

Li ser çawaniya wê êrîşê, Peyamnêrê Kurdistan24ê eşkere kir: “Dema em li ber Tiba Dadî ya Silêmaniyê bi komkirina zanyariyên li ser bûyera kuştina xwediyê xwaringehekê bûn, hejmarek kes ku em wan nas nakin, êrîşî me kirin û ji me re gotin 'Divê hûn bibêjin xwediyê xwaringehê ji aliyê Tirkan ve hatiye kuştin', lê me ji wan re got, eger belgeyên piştraskirî tune be em ti tiştek ji ber xwe ve nabêjin, heta niha ti zanyariyeke fermî li ser vê bûyerê nehatiye ragihandin û em rojnamevan in û em karê xwe bi awayekî profesyonel dikin.”

Diyar Cemal got: “Piştî ku bersiva me bi dilê wan nebû, ji çend aliyan ve êrîşî me kirin û sivikatî li me kirin, lê me ji wan ti kes nas nedikir, tenê em vê yekê dizanin ku bi zaravayê Kurmancî yê Bakurê Kurdistanê diaxivîn û ji wan ti kes xelkê bajarê Silêmaniyê nebûn.”

Herwiha eşkere kir: “Dema êrîşî me kirin, hêzên ewlehiyê ji bo belavkirina êrîşkaran gulle berdan, lê ji çendîn aliyan ve êrîşî me dikirin.”