Wezareta Pêşmerge: Proseya reformê ligel Hevpeymanan hat gotûbêjkirin

"Her du alî hevnêrîn bûn li ser bilezkirina pêngavên vê proseyê."

Hewlêr (K24) – Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê ragihand, Serokerkan û Berpirsê Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîşê ya Amerîkayê civiyan.

Li gor daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, îro 18ê Gulana 2022yan, Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Cemal Mihemed pêşwazî li Berpirsê Tîma Ofîsa Alîkariya Asayîşê ya Amerîkayê ya li Herêma Kurdistanê Kolonel Douglas kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser pêşketinên proseya reformê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêjên gelek girîng hatin kirin û her du alî hevnêrîn bûn li ser bilezkirina pêngavên vê proseyê.

Wezareta Pêşmerge destnîşan kir, projeya serkirdetiya kontrol, plana perwerdehiyê, alîkariyên Hevpeymanan û rêkxistina hêzên Pêşmerge hatin gotûbêjkirin.

Herwih eşkere kir, her du alî li ser hevahengî û girîngîdana zêdetir a pêwendiyên navbera Wezareta Pêşmerge û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî rijd bûn, da ku hemû wan proseyên ku Wezareta Pêşmerge bi piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û alîkariya hêzên Hevpeymanan li ser dixebite, werin encamdan.

Dîmenek ji civînê