Li Tûnisê bota penaberan noqî avê bû: 4 kes mirin

Ew koçber û penaberên di wê botê de bûn, hemû xelkê Tûnisê ne.
Wêne: Arşîv
Wêne: Arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tûnisê bota ku penaberên neyasayî têde bûn, noqî avê bû û 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Tûnisê TAPê, ku nûçeya xwe spartiye çavkaniyeke ji hêzên deryayê, di avên bajarê Safakes a li başûrê welat, botekî noqî avê bûye û li ser agahdariyê jî tîmên lêgerînê li herêmê dest bi kar kirin.

Hat ragihandin di encama xebatên tîmên rizgar kirinê de 44 kes hatine rizgarkirin, 4 penaber jî termên wan ji avê hatine derxistin.

Li gor heman daxuyaniyê 10 kes jî winda ne û xebatên lêgerîna wan jî beredewam dike.

Hat diyarkirin ku ew koçber û penaberên di wê botê de bûn, hemû xelkê Tûnisê ne.